Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna aloziyên siyasî di Turkiyê de piştî hilbijartinên parlemêntê û, çaresernekirina mijarên navxweyî

16:45 - 31 Tebax 2015

Îbrahîm Qasimîzad

Gerra vê dawiyê ya hilbijartinên Turkiyê, bûye sedema vê yekê ku balansa siyasî di wî welatî de bê Guherîn.

Dewleta Erdoxan piştî jidestdana nêzîk %10 dengên xwe yên berê, êdî nikare take siwarê qada siyasî ya Turkiyê be.

Partiya Erdoxan bona pêkanîna dewleta nû neçar e ku, bi kowalisyona tevî yek ji sê partiyên din ên serkewtî di hilbijartinê de û, yan jî hilbijartina pêşwext lidar bixe.

Bûyerên vê dawiyê yên Turkiyê û terora bajarê sînorî ya Pirsûsê ku têde 32 kuştî û 100 kes ji xwendekar û sosyalîstên seranserê Turkiyê birîndar ketin û, herweha gotinên şerranî ên partiya deshilatdar piştî şikesta di hilbijartinê de û, herweha hevkariya deshilatê tevî tundrev û terorîstên Da’îşê û, pêbendnebûna wan bi piroseya aşîtiyê tevî Kurdan û gellek mijarên din ên navxweyî, roj bi roj ji pêgeha partiya AKP kêm kir û cixza baweriya wê di nava dengderên wê de tengtir kiriye. Bi liberçavgirtina van mijaran, weha dixûye ku partiya Erdoxan tu rêyek ji bilî hikûmeta kowalisyonê nine, mijarek ku bi xwe hilgirê gelek zehmetî û astengan e.

Çavpêketin û gotubêjên bona pêkanîna dewleta kowalisyonê her dewam dike, lê gerek em bizanin ka gelo çi cure hiukûmetek kowalisyon dikare rêjeya aloziyên siyasî ên Turkiyê kêm bike?

Ji bilî du partiyên rikeber wate partiya deshilatdar û partiya Komariya gel û partiya nejadperest a Tevgera Netewî, piştî serkewtina Partiya Demokratîk a gelan(HDP) di hilbijartinên parlemêntê de, êdî altirnatîvek din bi wan bijardeyan zêde bû.

Lê hekî em li ser bername û nêrînên wan partiyan bisekinîn, derdikewe ku îmkana hevkariya di navbera wan de gellek bi zehmetî û, hindek caran jî ne mumkin tê xûyakirin.

Bo mînak kowalisyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) û yan jî Partiya Deshilatdar (AKP), tevî partiya Tevgera Netewî (MHP) nemumkin tê xuyakirin. Jiber ku ev partiyên han di nava refên xwe de endamên curbicur ji netewên Ereb, Turk û Kurd hene û heya qasekê ji xwastekên demokratîk natirsin, lê mijara han ji boyê Tegera Netewî (MHP) nahê qebûlkirin.

Piştî danûstana tevî wan partiyan, Dewlet Baxçerî serokê MHP’ê digel pêşniyara Kemal Kilîçdaroxlu ku daxwaza posta serok wezîriyê dikirm dijatî kir û ragehand ku em dikarin rola opozisyona dayîk bigêrin.

Bi wan gotinan êdî egera pêkhatina dewletê ji aliyê wan ve nê encam ma. Hekî em hemû bijardeyan liberçav bigirin, hêj jî zehmete ku pêkanîna kowalisyonê ji aliyê MHP’ê û HDP’ê jihê gotubêjê nine, jiber ku ne mumkine.

Herweha HDP’e û CHP’e ji weke bijardeyek baş nahê dîtin, jiber ku Kemalîstên partiya Komariya Gel tu hewlekê bona hewkariya tevî partiya Demokratîk a gelan nade. Ev xemsarî û nabediliya di navbera wan de, îmkana hevkariyê tune dike.

Partiya Demokratîk ya Gelan her di despêkê de hevkariya tevî partiya deshilatê red kir, herçend piştî çend rûniştinên çend alî, rûniştinek di navbera wan de pêk hat û partiya HDP’ê çend partiyek derxistin holê û, bi wî awayî dikarî ku rêya hevkariya di navbera wan partiyan de veke, lê paretiya Deshilat AKP’ê razî bi cîbicîkirina tu yek ji wan pêşniyaran nebû.

Niha bi wê rewşê tenê kowalisyona ku egerçêbûna vê heye, kowalisyona AKP û CHP ye, pêkhateya teşkîlatî, pêgeha civakî, xwastek û pirogramên siyasî û carcar zêdexwaziyên rêberên wan partiyan û ji hemûyan girîngtir pêgeha qahîm ên herdu partiyan di nawenda biryardana welat de, wate arteşê, zemîneya hewkariya siysî û kowalisyona di navbera herdu partiyan de pêk tîne.

Ji aliyek din ve Kemal Kilîçdaroxlu siyasetvanek nerm û miyanerew e û nermiya wî bo AKP’ê wê baş be, jiber ku sazanek weha nikare tevî Baxçelî û yanî jî Demîrtaş bike. İber ku yek ji wan xwe xwediyê gelê Kurd dizane û ya din jî xwe dxwediyê vekheviya tewahiya gelên Turkiyê dizane.

Di dawiyê de wusa tê xûyakirin ku take egera di holê de, kowalisyona di navbera AKP’e û CHP’ê ye.

Di demekê de ku partiya AKP hejmarek ji postên wezaretî bide aliyê xwe yê beranber û, car ne car jî hindek mafan bide wan, wî çaxî dikare bi hêsanî vê partiyê hevdengê xwe bike.

Tê xûyakirin eva take rêya derbazkirina welatê Turkiyê ye ji kirîza siyasî ya han.

Lê tenanet di dema çareseriya kêşeyên di navbera partiyan de jî û, herweha pêkanîna dewleta kowalisyona di navbera wan partiyan de, hêj guherînkariyek berçav di siyaseta Turkiyê de pêk nahê. Kowalisyonek weha mumkine di pêşerojê de û bi taybet di hilbijaretinên dahatî de, rêyê ji boy partiyên din û bi taybetî HDP’ê, bona bûna bi opozisyona dayîk xweştir dike.

Hekî kowalisyona di navbera AKP û CHP negehe encamê û rê bigîje hilbijartinên pêşwext de, hêj ew çar partî wê rikeberiya hevdu bikin, jiber ku guman nahêkirin ku balansa syasî di navbera partiyan de bi awayek berçav biguhere.

Vê carê tê pêşbînîkirin ku partiya Erdoxan hejmarek zêdetir ji dengên xwe jidest bide, lê herv wê weke partiya yekem bimîne. Egera vê yekê jî heye ku partiya Tevgera Netewî her dengên xwe yên berê bidest bîne.

Partiya CHP û HDP jî wê hinek ji dengên wan zêdetir bin û bi wî awayî renge bikarin hindek pêgeha xwe qahîmtir bikin.

Lê hêj bona pêkhatina hikûmetê, partiya yekem hewcehî bi kowalisyona tevî partiyek din heye.

Lewra regne rêya herî hêsan û kêm asteng di rewşa niha ya Turkiyê de, kowalsyona di navbera du partiyên bihêz ên Turkiyê de, AKP û CHP be, kowalisyonek ku di pêngava yekemîn de gerek mijara aşîtî tevî tevgera Kurdistanê, şer tevî terorîzma Da’îşê û rêgirtin ji dabezîna aboriya Turkiyê bixe serwey rêzbenda bernameya karê xwe.