Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zimankujî li Îranê de

20:17 - 22 Îlon 2016

Azad Kurdî

Ziman yek ji pîvanên sereke yên nasnameya netewî ya her gelekê ye. Gelên bêziman, bê nasname ne. Lawazbûna nasnameya netewî bandorê dike ser gellek warên jiyana mirov û ya herî giring, bingeha derûniya wî/ê takekesî/ê ye. Desthilatdarên ku dixwazin zimanekê qedexe bikin, dixwazin wî zimanî li jiyanê bikujin û wî gelî bê nasname û vala bikin.

Demsala Payîzê hêdî-hêdî nêzîk dibe. Li Rojhilata Kurdistanê ya bindestê rejîma dagirker a Îranê, roja yekemîn a demsala Payîzê dibistan vedibin. Lê heta niha jî zarokên kurd bêpar in jixwendin û perwerdebûn bi zimanê Kurdî.

Herwiha zarokên çend neteweyên din ên Îranê jî bi heman awayî. Zarokên kurd û gelên din bi neçarî dibe xwendina xwe bi zimanê ferzkirî yê Farsî bixwîn in û bi dawî jî bînin. Zimanek ku di roja yekem a xwendinê de heta çend salan hemû tiştekî wê ecêb e. Ji ber ku zarok ji dema dayîk dibe heta diçe xwendingehê, zimanê xwe yê dayîkê fêr dibe. Lê nişkîve dibe bi neçarî biçe xwendingehê û zimanekî sedîsed cuda hîn bibe! Balkêş ew e, li xwendingehên Îranê, xwendekar dibe zimanê Îngilîzî û Erebî fêr bibe, lê mafê vê yekê nîne ku zimanê xwe yê netewî bi awayê akademîk û zanistî fêr bibin.

Ev siyaset ji bingeheke nejadperestane û nasyonalîzmeke berçavteng ve çavkanî digire ku li sedsala 20’an de ji aliyê dewletên navendî yên Îran, Turkiye û …hwd li Rojhilata Navîn de weke projeyên asîmîlekirinê hatin destpêkirin. Armanc bişavtin û helandina wan gelan e di nav çand, zimanê gelê serdest. Dixwazin kurdan û gelên din ên vê cugrafiyayê ji bingehên nasnameya wan ya netewî vala bikin.

Siyasetek ku li Îranê Rizaxanê Mîrpenc û li Turkiyê de jî Kemal Ataturk dan destpêkirin û heta niha jî dimeşînin. Zehniyet û mantalîteyeke reş ku dûr e ji hemû pîvanên demokratîk û ne mirovane.

Di nav mêjî û singê zarokên kurd de ku bêy mafê xwendin û perwerdebûn bi zimanê xwe yê netewî mezin dibin, car bi car evîn û hezkirin bi fêrbûna zimanê Kurdî xurttir dibe û dûr ji xwendingeh û navendên xwendinê yên fermî, bi awayên cuda cuda hînî zimanê Kurdî dibin. Bona ku zimanê Kurdî neyê kuştin ji aliyê dijminên xedar, divê hemû malbatek bibe xwendingeheke zimanê kurdî û bi her awayê mumkin, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin da ku baştir dîrok, wêje, çand û nasnameya xwe ya netewî nas bikin. Ev pêngav û proje dibe tevger û xebateke pirr mezin a netewî li dijî rejîma dagîrker û azadîkuj a Îranê.

‘Heta kurd mabin zimanê kurdî nayê kuştin’. Lê vê gotinê, hewceyî xebatek bi kiryar heye ku hemû takekesên civakê li hember de berpirsyar in.