Mamostayên xwendigehên Rojhilatê Kurdistanê kombûnên nerizayetî lidar xistin

12:54 - 25 September 2021

Roja Şemî 25ê Îlonê, Mamostayên xwendingehan li bajarên “Îlam, Kirmaşan, Merîwan, Sine û Seqiz”ê, nerizayetiya xwe li hember rewşa jiyanê û xemsariya navendên pêwendîdar bi vê pirsgirêkê, li ber deriyê nûneratiyên Wezareta Perwerde ya rejîma Îranê di wan bajaran de kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Piştî banghêjiya seranserî ya mamostayan bo nîşandana nerizayetiya giştî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku beşên dinê jî li xwe girtiye, mamostayên Kurd ên wan bajaran hevdem digel bajarên din, bo ragihandina daxwazên xwe û nîşandana neriyazetiya xwe li hember rewşa trajîk a jiyana xwe kombûn lidar xistin.

Ragihandina daxwazên mamostayan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çendîn sal e ku berdewam in lê heta niha ji aliyê berpirs û navendên pêwendîdar ti bersiveke rohn bi wan nehatiye dan.