Xelkê Kurdistanê bi boneya weşana “Tishktv” yê peyamên pîrozbahiyê şandin

17:33 - 20 February 2019

Kurdistanmedia: Piştî vê ku televîzyona “Tishktv” li ser setilaîta Yasasatê dest bi kar kiriye, xelkê xebatkar yê Kurdistanê bi awayên cuda bi şandina peyamên pîrozbahiyî, keyfxweşiya xwe nînşan dan.

Deqa vê peyama ku ji aliyê xelkê xebatkar, endam û alîgirên hizbê hatiye şandin wiha ye:

Kanala RasaniyanTV, bi boneya destpêkirina dubare ya kanala “Tishktv”a şehîdên Kurdistan, pîrozbahiyê dibêjine hemû kadr û pêşmergeyên bivêr yên PDKÎ û keyfxweşiya xwe nîşan didin, û hêviya serkevtinê bo hemû karmendên “Tishktv”yê dixwazin û wan xatircem dikin ku, em pêşmergên Bajar li devera Şarwêran bi taybet Gugtepe, hertim alîkar û hevkarin, bo wê erka pîroz a wan.

Silav li hemû endamên rêberatiya Partiya me,kadr û pêşmerge û malbatên serbilind yên şehîdan û herwisa girtiyên siyasî.

Herwisa endamên Partiya Demokrat,  pêdagîrî jî kirine ku, weşana “Tishktv”yê, pêngaveke dine bo pêşvebirina tevgera me, hêviya me eve ku, daxwaz ji xelkê xwedî şeref û nîştimanperwer yê Rojhilat dikin, da ku wekî salên borî, û wekî berê piştevanê  hizb û kanala ciwan a me û tevgera  me bin, û em hêvîdar in ku, kanala “Tishktv” pêngaveke giran û qahîm be bo pêşvebirina Rasanê.

Dîsan wekî endamên bajarê Gugtepe, pîrozbahiyî ji xelkê xwedî şeref yên Rojhilat dikin, û destê mandînenas yê hevalên me ku di hemû beşên kanala “Tishktv” de zehmetê dibînin diguşînin, û hêviya serkevtinê bo wan dixwazin.