Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî li Kurdistan û Îranê, tevî hemû givaşên ewlehî berdewam bûn

11:11 - 17 Îlon 2023

Li yekem salvegera şehîdkirina “Jîna”yê, li bajarên “Mihabad, Bokan, Kirmaşan, Sine, Merîwan û Seqiz”ê li Rojhilatê Kurdistanê û hejmareke zêde ji bajarên wek “Tehran, Tewrêz, Zencan, Îsfehan, Gurgan, Dêhdeşt, Zahidan, Lahîcan û Enzelî” li Îranê, xwenîşandan li dijî rejîma Îranê bi rê ve çûn û li dijî rejîmê û rêberê rejîmê dirûşm dan.

Li bajarên Mihabad û Bokanê tevî rewşa awarte û cihgîrbûna berfireh a hêzên ewlehî, întizamî û Spaha Pasdaran a rejîmê, li çendîn cihên wan bajaran de xwenîşandan bi rê ve çûn û li bajarê Bokanê de hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li taxên “Mîrava û Mecbûrava”yê de bi gulleyên şer teqe li  xwenîşanderan kirin û dironên rejîmê li ser vî bajarî dor lêdan.

Li bajarê Kirmaşanê jî li çendîn taxan de xwenîşandanên berfireh bi rê ve çûne û hêzên serkutker ên rejîmê li taxa “Nûbihar” a vî bajarî de teqe li xelkê kirin û rejîmê rêjeya hêzên serkutker ên garda wîje, ewlehî û kinc sivîl li şeqam û li nav bajar de zêdetir kir.

Di bajarên Sine û Merîwanê de tevî rewşa tund a ewlehî û amadebûn rêjeyeke zêde ji hêzên serkutkar xwenîşandan bi rê ve çûn û xelkê bi hilkirina agir û daxistina şeqaman û dirûşmdan li dijî rejîmê xwenîşandan kirin û hêzên serkutkar bi gaza rondikrêj êrîşî ser xelkê kirin.

Li bajarê Seqizê tevî milîtarêzekirina tevaw a bajar û rewşa tund a awarte, li çendîn taxên wî bajarê xwenîşandan bi rê ve çûn û hêzên rejîmê bi awayekî hovane reftar digel xwenîşanderan kirin û bi gulleyên şer teqe li wan kirin.

Li bajarên Îranê jî li taxên cuda ên bajarên “Tehran, Tewrêz, Zencan, Îsfehan, Gurgan, Dêhdeşt, Zahidan, Lahîcan û Enzelî” de tevî rewşa ewlehî, xelkê xwenîşandan kirine û bi 10an kes li seranserê Îranê hatine binçavkirin.

Duh li Kurdistanê li piraniya bajaran xelkê di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de dukan û bazarên xwe daxistin û “na”yek mezin gotine rejîmê.