Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kernevalek li jêr navê “Jin Jiyan Azadî” li welatê Swêdê bi rê ve çû

12:12 - 10 Îlon 2023

Li bajarê Stokholmê bo rêzgirtin ji yada 3 karesatên “terora Mîkonos, mûşekbarana keleha Demokrat û salvegera şoreşa Jîna”yê kernevalek bi rê ve çû.
Roja Şemî 18ê Xermanana 1402 a Rojî, ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îran, Yekîtiya Jinan û Ciwanan, Encumena Girtiyên Siyasî û komên kultûrî yên her 2 welatên Swêd û Norwêjê ve, bo rêzgirtin ji şehîdên 3 karesatên “terora Mîkonos, mûşekbarana keleha Demokrat û salvegera şoreşa Jîna”yê bi beşdariya hejmareke berçav ji kurdên rûniştî li Swêd û Norwêjê, li bajarê Stokholmê kernevalek hate lidarxistin.
Di beşa yekem a kernevalê de, peyama Rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Endamê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat “Umer Balekî”,  peyama hevpar a komîteyên Hizba Demokrat ên Swêd û Norwêjê ji aliyê berpirsê Komîteya Hizba Demokrat li Norwêjê “Simayîl Elîpûr”, peyama hevpar a Yekîtiya Jinan, Ciwanan û Xwendekaran, Encumena Girtiyên Siyasî, komên kultûrî yên her 2 welatên Swêd û Norwêjê ji aliyê berpirsa Yekîtiya Jinan li Swêdê “Letîfe Cebarî”, peyama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ji aliyê “Qadir Kasirga” û peyama Partiya Lîberal a Swêdê ji aliyê “Firêdrîk Malm” ve hatine pêşkêşkirin.
Beşa yekê ya vê rêûresmê bi pêşkêşkirina berhemeke hunerî ji aliyê “Hêdî Qadirî” ve bi dawî hat.
Di beşa duyem a vê rêûresmê de, hevdem bi pêşkêşkirina jenîna parçe viyolonekê ji aliyê “Helo Xerîb”, şanoya “Jin Jiyan Azadî” bi nivîs û derhêneriya “Salih Badperwa” bi nîşandana dîmenên şehîdkirina “Jîna, Nîka, Komar, Kiyan û Xudanûr” û herwisa dîmenek ji şehîd “Rêhane û Wanyar”, rêz ji şehîdên şoreşa Jîna û şehidên karesata mûşekbarana keleha Demokratê hate girtin.
Di berdewamiya beşa duyem a vê rêûresmê de, hunermend “Dilniya Rezazî, Narîn Feqê û Ayda”yê bi pêşkêşkirina sirûd û stranên şoreşvanî, bala beşdarbûyan rakêşan û “Pêdram Şehlayî û Şoreş Bokanî” bi pêşkêşkirina berhemeke hevpar a li jêr navê “Rabûn Rojhilat” dawî bi beşa duyem a vê rêûresmê hat. 
Di beşa sêyem de jî, ku pêşangeha wêneyên şehîdan bû, jinan bi kincên sipî yên Kurdî û hilgirtina wêneyên şehîdan û girêdana çavên xwe bo rêzgirtin ji wan kesên ku di şoreşa Jînayê de çavê xwe ji dest dane, bi rêz ve digel beşdarbûyên rêûresmê bo rêzgirtin ji şehîdên şoreşa Jînayê ber bi goreke sembolîk a wek Jînayê ve bi rê kevtin û destegul li ser gora sembolîk a Jînayê danîn û rêûresm piştî 3 demjimêran bi dawî hat.