Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Hizba Demokrat serdana saziya GFBV li welatê Almanê kir.

10:36 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Roja Sêşemî Rêkefta 4ê Rezbera 1402 a Rojî, şandeke hizba Demokrata Kurdistan a Îranê li welatê Almanê pêkhatî ji rêzdaran Sulltan Gullawî Berpirsê peywendiyên hizbê li welatê Alman û Leila Keyxusrewî û Siyaweş Mihemedî hevkarên beşa peywendiyên hizbê li welatê Alman, li ser banghêjiya Rêkxirava Berevanî li neteweyên jêr metirsî “GFBV” bi mebesta gengeşekirina rewşa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û dawî guhrenkariyan, serdana binkeya sereke a wê saziyê li bajarê Gutîngên a Almanê kirin.

Di vê hevdîtinê de şanda hizba Demokrat rewşa niha ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û dawî pêşhatên piştî şoreşa Jînayê, îşare bi êrîşên spaha pasdaran bo ser binke û baregahên hizba Demokrat û kampên penaberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê akincî ne kirin.

Herwisa her du şandên hizba Demokrat û saziya GFBV li ser komek xalên taybet bo karê hevbeş û gehandina dengê zêdetire Rojhilatê Kurdistanê û hizba Demokrat bi navendên biryar û media û raya giştî li welatê Almanê rêk keftin.

Di vê dîdarê de Kemal Sîdo û xatu Tayîaa Gîseke, berpirsên borda Rojhilata navîn di vê saziyê de, bi germî pêşwaziya şanda hizba Demokrat kirin.