Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat: Hilbijartinên 11ê Reşemeyê derfeteke din e ku ji Komara Îslamî re bibêjin “na”.

21:37 - 15 Şibat 2024

Gelên zilmlêkirî ên Îranê!

Gelê berxwedêrê Kurdistanê!

Azadîxwaz û partî û aliyên siyasî!

 

Komara Îslamî ya Îranê li roja 11`ê Reşemeyê de binav hilbijartineke din ji bo 12`emîn dewra meclisa şêwra îslamî û 6 emîn dewra meclisa Xibirgan a rêberiyê dê lidar bixe.

Ezimûnên 45 salên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê û lidarxistina hilbijartinên curbicur ên Meclîsê, Meclisa Xibirgan a Rêberiyê û şêwrên gund û bajaran di vê heyamê de, Ceribandina gelek tevger û aliyên siyasî, ji rastgir û çepgir, ji reformxwazan û yên bi navê nerm, û bernameya wan a siyasî ev yek îspat kiriye, ku hilbijartinên di çarçoveya desthilatdariya vê rejîmê de ne tenê nikare bibe çavkaniya ti guhertinekê di berjewendiya xelkê Îranê û rewşa giştî ya welat de,

Belkî, dengê xelkê tenê ji bo rewatîdan bi hikûmeta Komara Îslamî hatiye bikaranîn.

Her ev ezimûnên han bi me didin zanîn ku hemî cure hilbijartinan di Komara Îslamî ya Îranê de hatiye muhendisîkirin û bi temamî nedemokratîke û hemî cehda rejîm eve ku hilbijartinan wek derfetek bikar bîne ji bo ku çiqasî bikare xelkê zêdetir bîne ser sindoqan û heta di çarcoveya vê lîstika ku pîlan bo darêtiye,  bi xekê dunyayê rabigehîne ku rewatiya xelkê li pişta rêjîma wê ye.  

Xebatên bo 12mîn dewra meclisa şêwra îslamî di demekê de ye ku meclisê wek organa derbirîna xwast û îradeya gel nekariye li ser mijarên girîng ên têkildarî maf û jiyana xelkê Îranê biryarder û bandordar be, Belkî meclîs bixwe beşeke girîng a pêkhateya vê rejîmê bûye û weke yek ji organên sereke yên vê rejîma zordar rol lîstiye. Bi taybetî bûyerên Şoreşa Jînayê û berdewamiya tevgerên nerazîbûnê yên di heyama 2 salên derbasbûyî de, bo her kesî re îsbat kiriye ku ne parlamentoya rejîmê parlamentoya rasteqîne ye û ne jî nûnerên wê dengê xelkê û berevankarê maf û azadiyên wan e. Her kes dizane ku tenê di van 2 salên borî de, bi sedan kesên çalakvanên mafxwaz li kolanan hatin kuştin, bi deh hezar kes hatin binçavkirin, û nêzîkî 2 Hezar kes hatin îdamkirin, bersiva her cure nerazîbûn û mafxwaziyeke xelkê bi agir û hesin hatiye danê û belengazî, buhabûn û birçîbûn xelkên welat dagirtiye, lê belê ne meclîsê bi giştî û ne jî nûnerên wê meclîsê heta bi tak jî, ti helwesteke kêrhatî li hember cinayetên rejîma siyasî û desthilatdar li welat nîşan nedane. Yn jî dema ku Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilata Navîn kirîzan çêdike, destêwerdanên siyasî di karûbarên navxweyî yên welatên cîran de û alîkariya milîs û komên terorîst ji bo îdeolojiya hinardekirina şoreşê li li ser hisaba serwet û samana giştiye welat û ser sifrika xelkê Îranê şerekî niyabetî digel Amerîka û hêzên hevpeymanan dest pêkiriye, meclisa Îranê  û binav nûnerên xelkê li wê meclîsê de ne tenê li dijî siyasetên rejîmê nerazîbûn nîşan nedane, belkî di civîna mecîsê de cil û bergên Spaha Pasdaran li xwe dikin û wek leşkerên piyade nizama rejîmê li eniyên bi dijî xelkê tevdigerin.

Lewra Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê  bi derbasbûyîyekî nêzîkî 8 dehkan xebat û qurbanîdan û tedbîr û helwestên siyasî, bi taybetî piştî şoreşa “Jin, Jiyan Azadî”, û tundtir bûna rikeberiya di navbera xelkê û rêjîma komara îslamî, li ser wê baweriyê ye, ku baykotkirina hilbijartinên 11ê Reşemê ji derbasbûyî zêdetir erkekî nîştimanî û neteweyî ye exlaqiye û di heman demê de xwedî derkevtin ji nêzî Sed sal xebata siyasî li pêxema maf û azadiyên gelê Kurd û ev xwîn û tekoşîn mîrateya tekoşîna kurd li Kurdistana Îranê ye.

Lewma PDKÎ daxwazê ji hemû gelên Îranê bi taybetî xelkê Kurdistanê dike ku ji bo berevanîkirin li maf, azadî, daxwazên mirovî û netewî, hilbijartinan baykot bikin û bi neçona xwe bo ser sindoqên dengdanê, vê hilbijartinê bikne referandumeke din û careke din ji Komara Îslamî re bêjin “na”.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) xatircem e ku xelkê Kurdistanê dê bi coşeke zêdetir van hilbijartinan baykot bike, lê belê tevî wê yekê jî daxwazkarê wê hindê ye hemû kes, pêkhateyên civakî, civaka medenî û rêxistinên cemawerî û bi giştî hemû aliyekê dinê digel hev biçne çepera baykotkirina hilbijartinên  meha Reşemê û, dîmenekî dine ji yekitî, têkoşîn û berxwedana Kurdan nîşana her kesî bidin.

Hev dem Hizba Demokrat pêşwaziyê li vekişandina wan kesane jî dike ku bi her sedemekê pêştir navê xwe ji bo hilbijartinan tomar kirine, lê amade nin xwe bikne şirîkê îxanet û tawanên rejîmê û wan karesatên ku bi ser xelkên welat de tîne.

 

Silav li îradeya şoreşgerî ya xelkê Kurdistanê û hemî azadîxwazên Îranê!

Silav ji mafxwazî û xebata şoreşvaniya we!

Bijî yekîtî û hevdengiya hemû neteweyên mafxwaz ên Îranê bi dijî Komara Îslamî!

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

 

Navenda Birêveberiyê

 

15 ê Şibata 2024 a Zayînî