Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 kes li çemê Naziyê de xendiqîn

12:10 - 27 Nîsan 2024

2 kes ji xelkê deverê li çemê Naziyê de xendiqîne û geriyan li pey termê wan dest pêkiriye û heta belavbûna vê nûçeyê termê yek ji wan hatiye peydakirin lê termê kesê din hêj nehatiye peydakirin.

Roja Înê 7ê Banemerê, 2 welatî li çemê Naziyê de xendiqîn û pêka gotina çavkaniyên xwecihî, termê yek ji wan hatiye peydakirin lê termê kesê din hêj peyda nebûye û geriyan li nava wî çemî berdewam in lê heta niha tine nasnameya yêk ji kesên xendiqî bi navê Erdelan Hacîzade xelkê gundê Mastekan ser bi herêma Biradosta hatiye aşkera kirin û li derheq kesê duyê de heta niha ti zanyariyek serast ji nav û nasnameya wî ber dest nîne.

Pêka gotina rêkxirava Heyva Sor li bajarê Urmiyê, 2 tîmên vê rêkxiravê û xelkê deverê û kes û karên wan 2 ciwanan bi berdewamî li pey peydakirina terman de ne û piştî 3 demjimêran termê Erdelan peyda kirinê lê termê din hêj peyda nebûye û geriyan li pey wî termî, berdewam e.