Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze nûciwanan bixapîne û ji rê derxîne

12:26 - 17 Şibat 2024

Stada navenda mizgevtan ragihandiye ku pêşnimêjên mizgvevtan bi danîna alavên werzişî li mizgevtan hewla rakêşana nûciwanan bo mizgevtan bidin, ew yeka li halekê deye ku rêjîma Îranê mezintirîn bikuj û îşkencekerê nûciwanan e.

Li hewleke nû ya rêjîma Îranê bo xapandin û ji rêderxistina nûciwanan li Îranê, “Mihemedriza Hêyderî” birêveberê Heyeta Endîşêwerz a stada navenda Mizgevtan gotiye: “pêşnimêjên mizgevtan bi danîna alavên werzişî li mizgevtan hewla rakêşana nûciwanan bo mizgevtan bidin”.

Herwisa wî çewtekarê rêjîmê gotiye ku pêşmimêjê mizgevtan dikarin bi “werziş, çalakiyên balkêş bo nûciwanan û hunerî an danîna alavên werzişî yan birina nûciwanan bo geşt û seyranan” wan bo aliyê mizgevtan rabikêşin.

Ciwan û nûciwanên li Îranê bi piranî dizanin ku mezintirîn dujminê wan, ev rêjîme ye û ev rêjîme mezintirîn bikuj, îşkenceker û binçavkerê ciwan û nûciwanan e û heta rehim bi zarokan jî nake û pêbendê ti yasayeke exlaqî û mirovî nîne.