Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl li derheq amadebûna Hizbullahê li nêzî sînorên Îsraîl huşdarî da

12:36 - 17 Şibat 2024

Wezêrê Derve yê Îsraîl bi tekezî gotiye ku divê cîhan givaşê bixe ser rêjîma Îranê û Hizbullahê, wan ji sînorên başûrê Lubnanê dûr bike û hekî ne çi rêkekî din ji bilî jinavbirina Hizbilahêli ser wan sinûran bo me namîne.

Roja Înê, “Israel Katz” ê Wezîrê derve yê Îsraîl, li konferansa ewlehî ya “Monix”ê de bi tekezî ragihand: “Divê cîhan bi givaşxitin bi ser rêjîma Îranê û Hizbullahê, wan ji sînorên başûrê Lubnanê dûr bike û biryarnameya “1701” a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bi rê ve here.

Herwisa navbirî bi rohnî ragihand ku li egera bê encammana hewlên bo kêmkirina alozî û dijayetiyan, Îsraîlê ti rêyek bilî jinavbirina girûpa terorîstiya Hizbullahê li sînorên hevpar ên Îsraîl û Lubnanê de nîne.

Navbirî li derheq xelkê Xezê de ragihand ku Îsraîl naxwaze Felestîniyan ji Xezê derxîne lê Îsraîl nikare milîsên Hemasê li bajarê “Refeh”ê de bihêle û divê şer digel wan berdewam be.

Heta niha Hizbullahê bi tenê bi rêya awêtina rakêtan hewla derbelêdan bi Îsraîlê daye lê li hember de Îsraîlê tevî bersivdan bi wan êrîşên berfireh, derbên gelek giran ên canî û malî li Hizbullahê xistine.

Gorî amarekê ku mediayên rêjîma Îranê belav kirine, di heyamê 3 mehan de, aliyê kêm 400 kes ji çekdarên hizbulahê ji aliyê Îsraîl ve hatine kuştin ku pitir ji 100 kesî berpis û fermandên hizbulahê bûne.