Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi hêceta zêdebûna rêjeya girtiyan, bidarvekirinê lezgîn dike

11:39 - 18 Şibat 2024

Serokê dezgeha dad a rêjîma Îranê bi şandina nameyekê bo dadstanê rêjîmê li parêzgeha Gîlanê, daxwaz ji wî kiriye bi lezgînî cezayên bidarvekirinê cîbicî bike û girtîgeh tejî bûne û cih bo girtiyên nû nîne.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovê Îranê, nêzî 340 girtî ku cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, li girtîgeha “Lakan”a rêjîmê li bajarê Reştê û herwisa li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de hene û li benda cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê de ne û her dem egera bidarvekirina wan heye û rêjîm dixwaze bi kuştina wan, cih bo girtiyên nû vala bike.

Hêjayê gotinê ye ku ew amare bi tenê ya 2 girtîgehên rêjîmê ye û li girtîgehên din de jî bi 100an girtî, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatine sepandin.

Pêka vê raporê, 250 girtî li girtîgeha “Lakan” a rêjîmê li bajarê “Reşt”ê û 90 girtî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û rêjîm dixwaze bi lezgînî wan bidar veke.