Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girîngiya hilbijartinê bo rêjîma Îslamiya Îranê

16:38 - 18 Şibat 2024

N. Bêhzad Simko

 

Rêjîma Îranê yek ji rêjîmên dîktatore mafiyayî li Rojhilata navîn de ye ku hçî alav û derfetekê bo man û geşedan bi hizrên xwe yên metirsîdar, bikar tîne û yek ji wan alav û derfetên herî girîng, ku rêjîm bi qazancê xwe weke rêka bi dest ve anîna rewayetiyê bo deshilata xwe mifahê jê verdigre, hilbijartine.

Rêjîma Îranê bo rewayetî peydakirina bo desthilta xwe, rêstkêşan bo dijberên xwe bi taybet bo aliyên azadîxwaz li hundirê Îranê û herwisa nîşandana hêza xwe bi dijber û alîgirên xwe li hundir û derveyî Îranê, hewcehî bi beşdariya xelkê li hilbijartinê de heye û bo rakêşana xelkê bo ser sendûqên dengdanê û komkirina xelkê li cihê dengdanê û belavkirina girtevîdyoyan li torên civakî û televîzyonên xwe û ragihandinên din ên cîhanê ji her şêwazekê mifah verdigre û kêmrengbûna rêjeya xelkê an beşdarînekirina piraniya herî zêde ya xelkê li wan hilbijartinan de li civaka cîhanî de dengvedanek nerênî bo rêjîma Îranê heye.

Li destpêkê de hewce ye ku em basek ji dîrok û armancên hilbijartinê bikin.

Li serdema Yûnana kevin de li derdora 508 sal berî Zayînê, qewareke desthiltdariyê ku xelkê Yûnanê “Dêmorasiya” binav kiribûn ku bi wateya beşdariya rasterast a xelkê li desthilatdariyê de bû, bi rê ve diço û xelk li dor hev kom dibûn û li ser mijarên cuda danûstandin û gengeşe dikirin û piştre li ser vê yekê dengdan bi rê ve dibirin û encama vê dengdanê wek biryara desthilatê dihate hesibandin ku li vê serdemê zêdetir li ser pirsên leşkerî bûn û ew bi şêwaza refrandomê bû.

Ew sîstema ku ji aliyê piraniya herî zêde ya xelkê ve piştevaniya vê dihate kirin bo dîktatoran pirsgirêkek micid bû û heta şoreşa mezin a Feransê jî bi vê hegerê hate kirin ku xelkê dixwest li diyarîkirina paşeroja xwe de rol hebe û mafê diyarîkirina qedera xwe hebe û heta sîstema birêveberiya Komarî jî li ser vê binyatê hatiye danîn ku bi dengê rasterast a xelkê bi rê ve here.

Hilbijartin bi ser 3 beşan ve tê dabeşkirin ku bi kurtî ev in:

Cura yekem a hilbijartinê bo diyarîkirina cura sîstema desthilatdariyê ye, cura duyê bo yasaya bineretî ya welat û cura sêyem a hilbijartinê pêka yasayên erêkirî li yasaya binretî ye.

Li Îranê de û piştî şoreşa gelan a sala 1357 a Rojî, rêjîma Îranê bi pîlaneke qirêj xelk xapand û bi refrandomeke 2 bijardeyî ya “Erê ya Ne” li sala 1358 a Rojî de şoreşa gelan bi awayekê li ser navê xwe qurix kir û rêjîma Îslamî ya pêka hizrên xwe bi ser xelkê de sepand û bi cîhanê da xuya ku %98.9 a xelkê Îranê deng bi vê rêjîmê dane û bo xwe li civaka navnetewî de rewatî peyda kir û ji vê demê ve bi lidarxistina şanoya hilbijartina serkomar û şêwreya gund û bajaran û meclîsa rêjîmê, dixwaze bi cîhanê bide xuya ku vê deshilatê, rewatî heye.

Gotin li ser vê yekê gelek zêde ne û derfet bo wan mijaran li vê gotara kurt de nîne. Bi tenê dikarim îşarê bi vê yekê bikim ku pêka gotina civaknasan, dîktator bi hemû awayekê hewlê didin li jêr navê refrandom an hilbijartinan de dîktaroriya xwe perdepoş bikin û rêjîma Îranê heta niha ji vê yekê mifah vergirtiye û her carê bi navek bi qewimandina trajîdiyek an bi kesekî ku bikare piraniya xelkê bixapîne, xelkê bo ser sendûqên dengdanê rabikêşe, bo vê rêjîmê dengdan bi çi berbijêrekî jî bête dan girîng nîne çimkî ji berê, encama vê dengdanê endazyarî kiriye û tenê hewcehî bi kombûna xelkê li ber deriyê cihên dengdanê heye ku vê yekê nîşanî cîhanê bide.

Ji destpêka şoreşa gelan li Îranê, bi tenê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê seh bi vê pîlana qirêj a rêjîma Îranê kir, lewma ew refrandom baykot kir û piştî zêdetir ji 40 salan, ji nû ve hinek aliyên siyasî îtiraf bi vê huşyariya Hizba Dêmokrat dikin.

Piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, piraniya xelkê Îranê bi taybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê amade nînin ku beşdariyê li vê dengdanê de bikin û berpirsên rêjîma Îranê tevî îtirafkirin bi vê rewşê, hewlê didin bi rêyên cuda xelkê bo ser sendûqên dengdanê rakêşin.

Rêberê rêjîma Îranê çend rojan berî niha li îdiayeke çewt û bo ji rêderxistina xelkê îdia kir ku pirsgirêkên aborî li Îranê bi sedema beşdarînekirina xelkê Îranê ye û hekî xelk bixwaze pirsgirêkên aborî çareser bin hewce ye xelk beşdariyê li dengdanan de bikin, îdiayek wiha dûr ji rastiyê heta pêkenîna zarokan jî li pey xwe tîne û her kes li Îranê agehdar e ku sedema pirsgirêk û îflasa aboriya Îranê, rêjema gendel a Îslamî ye ku bi awayekî sîstematîk xelkê Îranê talan kiriye.

Wê rêjîma li Îran û cîhanê, rewatiya xwe ji dest daye û bo vê yekê hewcehî bi hatina xelkê bo ser sendûqên dengdanê heye û bi vê yekê rewatiya xwe li cem alîgirên xwe careke din bi dest bîne û ji aliyê din ve bikare bêdadî û serkut û kuştina xelkê, dizî, talan û zordariya bi ser kêmîneyên netewî û olî berdewam bike.

Bi wî awayî, çone ser sendûqên dengdanê, rewatîdan bi hemû cinayetên rêjîmê li Îranê û derveyî Îranê ye û xelkê Îranê hekî bixwaze temenê rêjîma Îranê kurttir bike, û xwe ji vê rêjêmê cuda bike, nabe li cihên dengdanê de amade be.