Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 464an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

18:19 - 19 Şibat 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî  û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Li rûpela 1 a 464 emîn hejmara Agirî de manşêta sernivîsa daxûyaniya PDKÎ li jêr navê “Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat:Hilbijartinên11ê Reşemeyê derfeteke din e ku ji Komara Îslamî re bibêjin NE” û nasandina serdêra çend gotarên wê hejmara Agirî dikevne ber çavan.

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo 2 daxûyaniyên Hizba Dêmokrat ky ya yêkê li derheqî baykotkirina hilbijartina mecîsa rêjîmê ye û ya dinê jî li derheq lidarxistina komcivîna berfireh a Rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye.

Rûpelên 3 gotara: “Çima xelkê Kurdistanê deng nade?” ji nivsîna Serbest Urmiye.

Rûpela 4 ê de gotara: “Opozîsyona rêjîma Îranê naxwaze pirsa kurd û gelên din qebûl bike” ji nivsîna Azad Kurdî.

Rûpela 5 a Agirî de gotarek bi navê: “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” ji nivsîna Elî Munezemî.

Rûpela 6 gotara: “Rejîma Îranê ev 45 sal in ku nekariye dengê azadiyê li Îranê de bifetisîne” ji  Nivsîna Mojgan Elîpûr û wergêran Hesen Mukerem. 

Rûpela 7 gotara: “Ew nikarin mafên me bistînin, em jî dengên xwe nadin wan!” ji nivsîna Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotarek: “Tu jî were lez bike” ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 9 ê de 2 gotar dikevne ber çavê xwênerên hêja li jêr navê “TRAWMAYÊN KURDAN MEZİN İN, LÊ DİSA JÎ RADİBİDİN Lİ SER PÎYA” ji nivsîna Kofîxwar û herwisa gotara dinê jî li jêr navê “Dagirkirina Ukraynayê û daxwaza dagîrkirin li Rojhilat” ji nivsîna Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotareke banghêjî li jêr navê “Di rêya bidest xistina mafê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de em dikarin dersa bijarte ya kurdî bikin pêlikekê”  ji nivîs û banga Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Rûpela 11 ê a 464 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî weke hemî carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê bi diruşma “Gelê Kurd û Gelên Îranê deng nadin rêjîma tirorîst û tepeserkar” postêr temsîla bang û daxwaza Hizba Dêmokrad li derheq baykota hilbijartinên rêjîmê dike, ev Poster jî bi ked û zehmeta Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.