Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enflasiyona salane ya goşt zêdetir ji %90 ye

11:30 - 24 Şibat 2024

Pêka daxuyaniya birêveberê giştî yê Sendîkaya Navenda Terş û Heywanan, nirxa goştê sor zêdetir ji 600 hezar Tumenî ye û pêka nirxa enflasiyon anku tewerom û xercê berhemanîna goşt heta vê astê bilind bûye.

Birêveberê Giştî yê Sendîkaya Pez û Heywanên biçûk, daye zanîn ku bi sedema bilindbûna nirxa teweromê û herwisa zêdebûna xercê berhemanîn goşt, nirxa herî kêm a goştê sor, zêdetir ji 600 hezar Tumenî ye, herwisa nirxa bilindbûna teweroma salane li goştê sor de %90.7 û goştê mirîşk û yên din %93.3 e.

Xelkê Îranê pêka amarên fermî yên rêjîmê, bi awayê nêvincî salê her yek kes li Îranê de 6 heta 7 kîlo goştê sor bi kar tîne, lê pêka amarên nefermî xelkê Îranê ev rêjeye kêmtir ji 3 heta 4 kîloyan e û ev rêjeyeke nêvincî ye û qatên kêmdahat û hejar renge nekarin li salê de kîloyek goştê sor jî bi kar bînin.

Pêka amarên belav bûyî ji sala 1399 heta niha xwarina goşt li Îranê bi awayê nêvincî %50 kêm bûye lê amara serast gelek kêmtir ji vê rêjeyê ye.