Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesat li dijî jinan li Îranê de bedewam e

11:34 - 24 Şibat 2024

Li heyama 9 heyvan de bi hêcetên namûsî, 136 haletên kuştina jinan hatine tomarkirin û heta 18 jin jî bi sedema şik û guman ji wan, ji aliyê malbatên wan ve hatine kuştin.

Pêka marên belavbûyî li heyama 9 heyvên destpêkiya sala 1402 a Rojî, zêdetir ji 136 jin bi sedema hêcetên namûsî ji aliyê hevjîn an malbatên wan ve hatine kuştin û ji vê rêjeye 18 jin bi tenê bi sedema vê yekê ku şik û guman ji wan hebûne, hatine kuştin ku aliyeke din ji karesata li dijî jinan li Îranê de dide xuya.

Pêka amaran, li demsala Bihara 1402 a rojî de 49 halet, li demsala Havînê 43 halet û li demsala Payêzê de zêdetir ji 43 haletên kuştina jinan bi sedemên namûsî an şik û guman ji wan, ji aliyê hevjîn an malbatên wan ve hatinekuştin.

Kuştina jinan bi hêcetên namûsî gelek caran bi sedemên civakî, têne veşartin û perdepoşkirin e lewma amara serast a kuştina jinan ji aliyê malbatên wan ve gelek zêdetir ji vê amarê ye.

Madeya 301, 302 û 630 ya yasaya cezakirina Îslamî ya rêjîma Îranê, rê bo kuştina jinan ji aliyê malbatê ve vekiriye û bi vê sedema kuştinên namûsî ti kesek nayê cezakirin.