Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê Belûçistanê talan dike

11:44 - 24 Şibat 2024

Spaha pasdaran a trorîst û kompaniyên ser bi vê rêkxirava terorîstî ya rêjîma Îranê, kangeh û darayiya xelkê Belûçistanê talan dikin û bilî kawilkariyên jîngehê, para xelkê bi tenê pîsbûna jîngehê û jinavçona sirûşta Belûçistanê ye.

Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê bi rêya kompaniyên ser bi spaha pasdaranm a terorîst, zêr, zîv û lîtyomê ji kangehên Belûçistanê berhem tîne û xelkê deverê jî ti qazancek ji wan kangehan nake û bi tenê pîsbûna hewa, xweza  û herwisa jinavçona sirşta Belûçistanê li pey dimîne.

Pêka raporan li kangeha Zêr a “Mîrcawe” ya bi navê “Dergiyaban” û bi amarên belavbûyî yên destpêkî, zêdetir ji 670 milyon ton zêr, zêdetir ji 670 milyon ton zîv heye.

Pêka raporan, li vê deverê de zêdetir ji 100 hezar ton lîtiyom ji cura lîtiyom a bi îzotopên LA6 û LA7 heye ku nirxa her tonek ji vê, zêdetir ji 32 milyon Dolarî ye.

Pêka raporên belavbûyî, kompaniya li jêr navê “Kompaniya Fenî-Muhendisiya Terrahanê Neqşê” mijûlê kar li wan kangehan e ku kompaniyeye ser bi spaha psdaran a terorîst e.