Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistaniyan biryara baykota bi kiryar a hilbijartina rêjîmê dane

11:49 - 24 Şibat 2024

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, Xortên Kurd, heçî postêr û binêr û wêneyên teblîxatiye rêj,mê yên taybet bi maşkanêya hilbijartinê ji D,waran ve jê dikin û didirînin û dişevitînin.

Piştî daxwaza Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û part û aliyên dinê ye siyasî yên Kurd ji xelkê Kurdistan û seranserî Îranê ku hilbijartina rêjîma a roja 11ê Reşemê baykot bikin û neçne ser sindûqên dengdanê, ji bilî evê ku Gelê Kurd dîsan pêşengê hemî warên xebata bi dijî dîktatoriyê ye û yêk dest biryar daye ku dê bi baykot û beşdarî nekirina xwe mistekî tund li ser devê rêjîma dijî mirov bidin, li gorî wan zaniyarî û vîdeoyên ku li bajarên cuda cuda yên Kurdistanê giheştine me, gelê Kurd bajaran ji postêr û wêneyên teblîxî paqij dikin.

Li bajarê Urmiye, Mihabad, Sine, Bokan, Seqiz, Pîranşehr, Şino, Kirmaşanê de, bi sedan û belkî hezaran postêr û wêneyên teblîxiye namzedên meclîsa rêjîmê li ser dîwaran hatine dirandin û şevitandin.

Ev jî nîşana biryara micide gel e bona baykota tund û yekîtî û yêkrêziya gelê Kurd di biryar û helwêstên netewî de.