Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hengaw, kuştina 11 girtiyan li jêr îşkenceyan de li sala 2023an di Îranê de

11:53 - 24 Şibat 2024

Li gorî amara saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li sala 2023an de aliyê kêm 32 girtî bi hegera îşkencê li girtîgehên Komara Îslamiya Îranê de canê xwe ji dest dane.

Pêka vê raporê, 2 girtî piştî azadbûnê bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest dane, herwisa tometbarek jî li dema revînê bi teqeya rastewxwe a hêzên Îdareya Îtilaatê canê xwe ji dest daye.

Herwisa 9 girtiyên siyasî canê xwe ji dest dane û aliyê kêm 11 girtî jî li jêr îşkenceyan de hatine kuştin.

Her li gorî vê amarê %60 qurbaniyan Kurd bûne.