Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka kuştin û reftara hovane a Nîka Şakeremî ji aliyê rêjîma Îranê ve mehkûm kir

11:56 - 24 Şibat 2024

Berdevkê wezareta derwe a Amerîka, tevî mehkûm kirina cinayeta li ser Nîka Şakeremî û piştre kuştina wê, ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve, ragihand: Gorî wan belgên ku hatine aşkera kirin, piştî evê ku hêzên rêjîmê Nîka Şakerekî binçav kirine, bi kom destdirêjî kirine ser wê keça 17 salî û piştî îşkenceyekî zêdeye cinsî û derbên girane bi sedema lê danê, gelek hovane li bilindahiya saxtimanekê de firedane xweê û kuştine.

Belga nihêniye ku di navbera organên rêjîmê de hatine guherîn û li raporekê de ku taybet bi Pizişkê Yasayî li derheq mirina Nîka Şakeremî de aşkera bûye, hatiye: Nika Şakeremî berî evê ku canê xwe ji dest bide, gelek hatiye îşkencekirin, çendîn kesan bi tundûtîjî destdirêjiya sêksî kirine ser, û piştre bi derbekî giran hatiye kuştin ku hêzên rêjîm ragihandin ji ban re kevtiye xwarê.

Aşkerabûna vê cinayeta hovane ye rêjîmê li derheq Nîka Şakeremî, li astê sazî û aliyên mafê mirovî li cîhanê de dengvedanekî berfireh û bertekên cuda hebû.

Belga wê cinayeta rêjîmê bi hek kirina hezaran belgên nihêniye rêjîmê ji aliyê girûpa Hekkeriye Edaleta Elî ve hate aşkerakirin.