Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOMê çendîn mûşekên Hûsiyan teqandin

12:06 - 24 Şibat 2024

Stada Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn û başûrê Afrîqayê, ragihand ku çendîn mûşekên ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibûne avêtin, li esman de teqandine.

Roja Şemî 5ê Reşemeya 1402 a Rojî, Stada Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn û başûrê Afrîqayê anku “CENTCOM”ê bi belavkirina peyamekê li ser tora civakiya “X”, ragihand ku 7 mûşekên Hûsiyên Yemenê ku bi armanca lêdana gemiyan li deryaya Sor de hatibûne avêtin, li esman de teqandine.

Tevî hemû huşdarîdanên Amerîka û Birîtaniyayê, Hûsiyên Yemenê êrîşên xwe bo ser gemiyên ticarî û şerker berdewam dikin û tevî ku heta niha çendîn caran binkeyên wan milîsên ser bi rêjîma Îranê û cihê mûşekan û dironên wan hatine teqandin, lê Hûsiyên yemenê bi alîkariya rêjîma Îranê û cebilxabneya vê rêjîmê, êrîşên xwe bedewam dike.