Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê her li lîsteyê reş yê “FATF”ê de ma

12:09 - 24 Şibat 2024

Rêjîma Îranê bi sedema piştevanî ji terorîstan û herwisa li sipîkirina dirafê reş û tevlînebûn bi konvansiyona Palêrmoyê û cîbicînekirina sozên xwe, her li lîsteyê reş a “FATF” ê de maye.

Pêka dawî rapora “FATF”ê rêjîma Îranê li reftar û kirayên xwe yên li piştevaniya malî li girûpên terorsîstî, û herwisa sipîkirina dirafê reş û alozbûna ticareta vê rêjîmê, ti guherînek erênî nebû ye û herwisa xweparastina rêjîma Îranê ji tevlîbûn bi konvansiyona Palêrmoyê, bûye sedem ku her li lîstî reş ya FATF”ê de bimîne.

Rêjîma Îranê bi pêwendiyên nerohn û aloz ên digel milîsên ser bi rêjîmê ku bi hemû awayekî piştevaniyê li wan dike, xwe ji tevlîbûn bi konvansiyona “Palêrmo” anku “rawestan li hember kiryarên rêkxistinkî yên terorîstî” û konvansiyona “CFT” “anku rawestan li hember dabînkirina malê ya terorîzmê”, xwe diparêze.

Pêka vê raporê,êjîma Îranê li sala 2016 a Zayînî de soz dabû ku wan kêmasiyên xwe çareser bike lê heta niha tevî ku çareser nekirine, bervajî kiryarên xwe zêdetir û tundîêr kirine.