Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezaya bo girtîgeha Şinoyê hate veguhastin

12:41 - 25 Şibat 2024

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê, gazîkirina bo dadgeha “inqilab” a rêjîmê li bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya sepandî bi ser wî welatiyê Kurd, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, hate veguhastin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 3ê Reşemeya 1402 a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulkerîm Kakul”  xelkê gundê “Hesen Nûran”a ser bi bajarê Şinoyê, piştî banghêjkirin bo taya cîbicîkar a cezayan a dadgeha giştî û “inqilab” a rêjîmê li bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya girtina heta hetayî ku bi ser wî de hatiye sepandin, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, hate veguhastin.

 “Ebdulkerîm Kakul” berê bi tohmeta “Hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd ên Opozîsiyona rêjîma Îranê” ji aliyê taya 1 a dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi serokatiya binav dadwer “Mehdî Rizayî”, salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Navbir, li 18ê Pûşpera 1402 a Rojî bi bê hebûna belgeya yasayî li mala xwe de li gundê “Hesen Nûran”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatibû binçavkirin.