Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Îlamê de 7 welatiyan bi sedema bûyerên hatinûçonê canê xwe ji dest da

12:44 - 25 Şibat 2024

Bi sedema xirabiya rê, standardnebûna maşînan û şêwaza seqet a çêkirina maşînan û rêyan li Îranê, her rojê çendîn karesatên hatinûçonê diqewimin û li parêzgeha Îlamê de bi vê sedemê, 7 kesan canê xwe ji dest daye û 13 kes jî birîndar bûne.

Demjimêr 10ê sibêdeha roja Şemî 5ê Reşemê, li bûyereke hatinbûçonê li ser rêya bajarê Îlamê bo Mêhranê, 3 maşîn û 2 barhilgiran lihev dane ku 5 kuştî û 5 birîndar li pey xwe aniye û herwisa li bûyereke dinê de her li ser heman rêyê roja Înê 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî, rêjeya bûyerên hatinûçon li Îranê 20 qat zêdetir ji standardên cîhanê ye û serokê polîsê rê yê rêjîma Îranê jî ragihandiye ku li 10 heyvên sala 1402 a Rojî de, zêdetir ji 17 hezar û 500 kes bi sedema bûyerên hatinûçonê li Îranê de, canê xwe ji dest dane.

Pêka gotina karnasan, maşîn li Îranê standarda hewce bo parastina canê mirovan nînin û herwisa rêyên li Îranê bi taybet rêyên li navbera bajarê Rojhilatê Kurdistanê gelek xirab in û tejî kendal û kor in û heta şêwaza çêkirina gelek ji wan rêyan jî li Rojhilatê Kurdistanê, bi standard û zanyariyên endazyariyê nehatine çêkirin.