Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de 216 peresdaran dest ji karê xwe berdan

12:47 - 25 Şibat 2024

Bi sedema dijwariya kar, hiqûqê gelek kêm û westiyana zêde, li heyama 9 heyvên derbasbûyî de bi 100an peresdarî dest ji karê xwe berdane û bi taybet li bajrê Têhranê de ku nirxa hewcehiyan gelek bilindtir ji bajarên din e rewşa jiyana wan dijwartir e.

Pêka raporên ku Zanîngeha Zanistên pizîşkî ya Bihiştî, li heyama 9 mehên derbasbûyî de, 216 peresdaran bi sedema dijwariya kar û cudatiye gelek zêde ya hiqûq û karê peresdaran, dest ji kar berdane û bi taybet li bajarê Têhranê de rewş aloztir e kêmbûna peresdaran pirsgirêkeke micid a nexweşxan û navendên dernamî ye.

Li halekê de ku hêla hejarî li bajarê Têhranê de li derdora 30 milyon Tumen û li bajarên din de jî 24 milyon Tumen e, hiqûqê peresdaran li navbera 10 heta 13 milyon Tumenî ye û gelek ji peresdaran ku bi awayê girêbestî digel navendên dermanî û nexweşxaneyan kar dikin ji vê yekê jî kêmtir hiqûq verdigrin, lewma neçar dimînin bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe dest ji peresdariyê berdin û li pey kareke din bikevin an bo welatên din koçber bin ku bikarin jiyaneke bi kiramet bo xwe û malbata xwe dabîn bikinin.