Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna Şêwreya “Internasyonala Sosyalîst” li bajarê Madrîdê de dest bi karê xwe kir

12:49 - 25 Şibat 2024

Kombûna  Şêwreya “Internasyonala Sosyalîst”  ku biryar e 2 rojan berdewam be, bi beşdariya heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Madrîdê de li welatê Ispaniyayê, bi rê ve ço.

Roja Şemî 5ê Reşemeya 1402 a Rojî Kombûna  Şêwreya “Internasyonala Sosyalîst” li bajarê Madrîdê de bi beşdariya heyeteke Hizba Dêmokrat, dest bi karê xwe kir û heyeta Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdar “Xalid Ezîzî” ê Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û “Mewlûd Siware” û “Hîwa Behramî” pêk hatibû, li vê kombûnê de beşdarî kirin.

Kombûna Şêwreya “Internasyonala Sosyalîst” li rojên Şemî û Yekşemî bi rê ve diçe û Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê rêzdar “Xalid Ezîzî” li vê kombûnê de gotarek pêşkêş kir.

Berdevkê Hizba Dêmokra di nava qisedana xwe de got: Ez pir keyfxweşim ku îro digel we da me û ji vê derfetê jî mifahê verdigrim û bi kurtî amajeyekê bi dawî bûyerên Rojhilata Navîn û bi taybetî Îran û Kursdistanê bikim.

Kak Xalid got: Komara îslamî bi hizra xwe a îdolojiya tundajo,piştîvanê serekeye girûpên Milîşiyayî li deverê de û berdewam ewlehiya Rojhilata Navîn têk daye.

Di heyamê 45 salê derbasbûyî de vê rêjîmê hemî serweta xelkê Îranê xercî teyar kirina girûpên tirorîstî dike bo xweşkirina agirê tevdanî û aloziyan.

Kak Xalid amaje bi şorişa Jin, Jiyan Azadî, dengê azadîxwaziya xelkê Îranê gihande dunayê û naveroka dîktatoriya rêjîma Îslamî nîşanî hemî civatgeha cîhanê da.

Ez baverim haya we hemiyan bi tevgêra rizgarîxwaze Kurd heye û dizanin ku Hizba me gelek nirxên giran dane li serveyî hemî wan nirxan, şehîdbûna 2 Sikirtêrên vê Hizbe ji aliyê rêjîma tirorîste komara Îslamî ve, da ku  gelê me bigeheîje azadî û mafê netewî û wekheviyê.

Komara Îslamî berdewame li ser girtin û kuştin û sêdaredana xelkê û tepeseriya azadîxwazan û sivkatî bi jinan û mûşekbarana kempên jin û zarokên me, lewra hewceye ku hûn piştgîriya me û tevgêra azadîxwaziya me bikin.

Piştre, “Kurd Kanal” dê deqa gotinên rêzdar “Xalid Ezîzî” û hûrdekariyên zêdetir ên kombûnê, belav bike.