Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê hevdîtin kirin

12:51 - 25 Şibat 2024

Heyeteke Partiya Azadiya Kurdistanê serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir ku ji aliyê şandeke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî li wan hate kirin.

Roja Şemî 5ê Reşemeya 1402 a Rojî, şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê bi serperestiya rêzdar “Husên Yezdanpenah” ê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kirin û ji aliyê heyetekî Hizba Dêmêkrat ve bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve bi germî pêşewazî li wan hate kirin.

Li vê hevdîtinê de , rewşa siyasiya Kurdistanê û deverê û senaryoyên siyasî û derfet û gef bi hûrî hatine gengeşekirin û bi hûrî li wan mijaran axaftin hatine kirin.

Her du aliyan şanazîkirina xwe bo xweragirî netewa me li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin û bi îşarekirin bi pîlan û givaş û êrîşkirinên rêjîma Îranê li dijî Kurdistan û tevgera azadîxwazaneya vê, micidbûn û serîneçemandina xwe li berdewamkirina tekoşîn li pêxema azadiya Kurdistanê, dubare kirin û paşeroja serketina Kurd û netewên Îranê û şikestdan bi Komara Îslamî, bi rohn û cihê hivî yê  binav kirin.

Li dawiya vê hevdîtinê de pêdegirî li ser bihêzkirina pêywendiyan û xortkirina bi hevkariya li navbera Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê hate kirin.