Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

18 milyon dosyeyên dadwerî yên rêjîma Îranê kevtine destê girûpeke hekêrî

10:35 - 26 Şibat 2024

Girûpa hekêrî ya “Edaleta Elî” bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandiye ku zêdetir ji 18 milyon dosyeyên dadwerî yên rêjîma Îranê kevtine destê wan û herwisa ragihndine ku li qonaxa destpêkî de 3 milyon ji wan dosyeyan, li ser malpera xwe belav kirine.

pêka daxuyaniya girûpa Hekêrî ya “Edaleta Elî”, karîne sîstema dezgeha Dad a rêjîma Îranê hek bikin û zêdetir ji 18 milyon dosyeyên dezgeha Dad a rêjîmê, kevtine destê wan ku li qonaxa yekem de zêdetir ji 3 milyon dosye ku name, nivîs û belgeyên nihênî û kertbendîkirî li warê ewlehiyê li xwe girtine, li ser malpera xwe belav kirine.

Ji aliyê din ve ragihandinên ser bi rêjîmê ên wek “ISNA”yê hekkirina sîstema dezgeha Dad a rêjîmê înkar kiribûn û girûpa hekêrî ya “Edaleta Elî” li berteka wan înkarkirinan de wêneyek bi naveroka “geriyan” li nav sîstema birêveberiya dosyeyên dezgeha Dad a rêjîmê li tora civakiya “X” de belav kirin.

Herwisa çend rojan pêştir, sirvêr û malpera meclîsa rêjîma Îranê ji aliyê girûpa hekêrî ya “Qiyam ta Sernigûnî” ve hatibû hekkirin.