Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bihatiya xwarinan li Îranê givaşên li ser jiyana xelkê çend qat zêde kiriye

10:41 - 26 Şibat 2024

Li halekê de ku rêjîma Îranê erê nake ku heqdesta kedkaran %20 zêde bike, enflasiyona  anku Teweromaa zêdetir ji %145 a xwarinan, jiyana dijwar a kedkaran û herwisa xelkê belengaz û destkurt ên Îranê gelek dijwartir kiriye.

Daketina dahata xelkê Îranê, zêdebûn û çendqatbûna bacên hikûmî li ser xelkê û teweroma zêdetir ji  %145 a xwarinan li Îranê, kurtanîna bûdcê bo dana hiqûq û heqdestan û çendîn pirsgirêkên din, jiyana dijwar a kedkaran û qatên din ên hejar li Îranê, gelek dijwartir kiriye.

Pêka rapora Navenda Amar a rêjîma Îranê, nirxa enflasiyon a xwarinan li Îranê li wan çend salên dawiyê de “%63, %79 û %37” û li sala 1402 de %145 bilind bûye û xwarinên wek “Şîr Penîr û hêk” li wan 3 salên derbasbûyî de %149, rûn û berhemên Rûn %278 û êmîş û kakilmeyûj jî %106 nirxa enfasiyona wan bilind bûye,

Herwisa nirxa enfasiyon anku teweromê a kirêya malan jî li wan 3 salan de %108 û tendirûstî û derman jî %107 bilind bûye.

Li rewşeke wiha de jî rêjîm amade nîne ku heqdesta kedkaran %20 zêde bike lê bi 100an milyard dolar dizî hene û bi milyardan dolar alîkariyê dide terorîzma navnetewî û afirandina fitneyan li cîhanê.