Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeyên Hizbullahê li geliyê “Beqa`i” de bombebaran kirin

12:06 - 27 Şibat 2024

 

Dironên Îsraîlî, binkeyên Hizbullaha Lubnanê li geliyê “Beqa`I” de kirine armanc û ew yekem car e ku piştî destpêkirina şerê Xezê, Îsraîl li devera Be`ilbekê de êrîşê dike ser Hizbullaha Lubnanê.

Îsraîlê bi awayekî hevdem 2 êrîşên esmanî li ser binkeyên Hizbullaha Lubnanê li devera “Be`ilbek” de li geliyê Beqa`i”ê de kirine armanc lê ti amarek ji kuştî an birîndaran û herwisa xisarên malî belav nebûye.

Herwisa ragihandinê Lubnanê kuştina 2 milîsên Hizbullahê li wan êrîşan de ragihand li ser nasnameya wan 2 milîsan ti zanyariyek belav nekiriye.

Hizbullha Lubnanê jî ragihandiye ku dironeke Îsraîlî xistine xwarê û Artêşa Îsraîlê jî ew yek piştrast kiriye û gotiye ku paşmayên vê dironê kirine armanc ku ti zanyariyek nekeve destê Hizbullahê.

Hizbilahê li berteka êrîşa Îsraîl bo ser binkên xwe, ragihand ku bi havêtina 60 rokêtan hin nawçên Îsraîl û bi taybetî bilindahiyên Gulanê kirine armanc.