Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Karûbarên Civakiya Hizba Dêmokrat bi hilkevta 10 xakelêwê daxûyaniyek belav kir

17:28 - 28 Adar 2024

Deqa daxûyaniyê wihaye:

 

Xwîna bi neheq rijandiye şehîdên çiya û şeqaman, dê bibe hêvin û sedema azadiya gel

(Peyam bi hilkefta 10ê Xakelêwe, Roja Şehîdên Kurdistanê)

Malbatên Serbilind ên şehîdan!

Hevçeperên xweragir ên şehîdan!

Xelkê gernas û hertim amadeyê li meydanêye Rojhilatê Kurdistanê!

 

Îro 10ê Xakelêwe, “Roja Şehîdên Kurdistanê” ye. Roja bidarvekirina “Qazî Mihemed” û hevalên vî ji aliyê rêjîma dîktatore Pehlewî û roja bi bîranîna hezaran şehîdên vê av û axê û niştimanê ye ku li ser parastina şunas û nasnameya netewiya xwe ji aliyê komara Îslamî û neyarên Kurdan ve, xwîna wan rijyaye ser ax û şeqamên pîroz ên Kurdistanê. Lewma li vê rojê de hem divê li beranber rihê bêqirarê hemû “Şehîdên Komarê û Kurdistanê” û bi taybet şehîdên şoreşa Jîna yê “Jin Jiyan Azadî” û malbatên xweragir û serbilind ên wan şehîdan, serê rêzê ditevînin û hem divê tevî serdana gorên pîroz ên şehîdan, digel malbatên serbilindên wan bin û soz û peymana xwe digel wan nû bikin û heta hivî û daxwaziya hemû şehîdan û serweyî karwanê şehîdan ve “Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” bi cih neyînin, dest ji xebat û berxwedanê bernedin. Bi wan re bibêjin heta dilê daiyk û bavên cergşewitî û xweîşkên reşpoş  hêsayî nekin, xebat û berxwedan, berdewam e. ew meşxele bi nirxeke gelek giran anku bi xwîna hemû şehîdan û bi taybet şehîdên serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê hatiye hilkirin û nehêlin ku ew agire, bitemire û bi geş û gurî bigîhînin encamê.

Malbatên serbilind ên şehîdan!

Serqafileya karwanê şehîdan, Qazî Mihemmedê nemir li heyama avakirina Komara Kurdistanê de gelek destkevtên bi nirx bo gelê Kurd bi dest xistin. Mixabin temenê Komarê kêm bû û çê nebû ku Kurd li jêr sîbera wan destkevtan de aramiyê bi xwe ve bibîne. Beşek ji wan destkevtane ew in: “Bi fermînasîna zimanê Kurdî û bikaranîna vê li xwendingehan û îdareyên hikûmî li Kurdistanê, avakirina Artêşa Kurdistanê, şandinina xwendekaran bo welatên din, girîngîdan bi jinan û karpêdan bi wan li karûbarên siyasî û civakî, girîngîdan bi weşan û azadiya gotin bo nivîskar û helbestvanan û gelek destkevtên din”. Qazî Mihemed gelek nirx û bihayên civakê li Kurdistanê de geşe pêda û li jêr vê geşedana civan de çavê gelê kurd vekir ku divê, qedera xwe bi destê xwe ve bigre û wek netewek bextewer û serbest ên cîhanê, xwediyê ziman û kultûr û xwediyê serwerî û kiyan û niştimana xwe be.

Lê rêjîma dîktator û neyarên navxwe û derve, çavê dîtina destkevtên Komara Kurdistanê nebûn, lewma Mihemedriza şah, fermana girtin û bidarvekirina “Qazî Mihemed” û hevalên wî da û piştî dadgehîkirina şanoyî li 10ê Xakelêweya 1326 a Rojî, li meydana “Çarçira” ya bajarê Mihabadê de bidar vekirin. Şah wa dihesiband ku bi lêdana serê rêberek, neteweyek ji kokê ve hişik dibe û pirs û mafxwaziya vê netewê, li Kurdistanê binbir dike. Lê nezanî netewe namire û li ser koka xwîna şehîdan şîn dibe. Kurd bi vê karesata nacamêrane nayê şikandin û hertîm li ser pê xwe dimîne û rê û rêbaza kesên mezin ên xwe wek Qaziyan û rêberên din ên Kurd, berdewam dike.

Xelkê xebatkar û hertîm li meydanêye Kurdistanê!

Li demekê de em yada şehîdên serbilind ên Kurdistanê bi bîr tînin ku bêzariyeke seranserî û navnetewî li dijî rêjîma cinayetkar û tepeserkerê Komara Îslamî tê kirin û pitir ji her demekê, hitbar û baweriya rêjîmê li navxweyê welat û li asta navnetewî de kevtiye jêr pirsyarê. Sala par, çexmaqê agirê serhildanê bi şehîdkirina “Jîna Emînî”, keçe kurd xelka bajarê Seqizê ji aliyê geşta Îrşad, li bajarê Têhranê hate lêdan û agirê vê li Kurdistanê geş bû û piştre peşqelên wî agirî, seranserê Kurdistan û Îranê li xwe girt. Nivşa nû bi bivêrî û hişyarane û bi sehkirina berpirsayetiyê li ser şeqaman, tinê kerba pangurî ya 45 sal sitem û rojreşiya xwe rijandin û rêjîma Komara Îslamî li asteke herî bilind de rastî nigeranî û rastî aloziyê kirin. Rêjîm bi rêya kesên girêdayî bi rêjîmê û kesên hevsarkiriyê xwe bi awayekî nemirovane kevte nav xelkê kerbvebûyî û nerazî ji desthilatê, bi her awayek her karek ji destê wan hat, xwe jê neparastin û destdirêjî bi ser yekîtiya xelkê kirin û kirameta jin û mêrên mafxwaz binpêkirin. Hejmareke gelek zêde ji xortên gelê Kurd û gelên din ên Îranê bi taybet gelê Belûç şehîd û birîndar kirin û vê carê bi awayekî dirindane kevtine canê xelkê û hejmareke zaf ji kur û keçan binçav kirin û xistine nav zîndanê û xistine jêr dijwartirîn îşkenceyan de û hejmarek ji wan bidar vekirin û hejmareke zêde ji wan jî girtîgehên demdirêj bi ser de sepandin.

Niha ku salek û nîv ji şoreşa nû ye gelên Îranê derbas dibe, komara ÎslaJin û ciwanên hişar û azadîxwaz!mî ne bi tenê li hizra navnetwî û welatan de rastî bêzariyê hatiye, belku bi berdewamî û bi micidî kevtiye jêr dijwartirîn dorpêçên aborî û siyasî. Siyasetvan, hunermend, nivîskar û keseyaetiyên navnetewî bi şêwazên cur bi cur, bi sedema neparastina bi giştî ya mafê mirovî û rêkarên exlaqî û bi taybet bidarvekirina gelek zaf a ciwanan, li dijî komara Îslamî dengê xwe bilind kirine û nerazitiya tunda xwe dane nîşandan. Desthilardarên komara Îslamî, bê guhdan bi wan nerizayetiyan, bi berdewamî tepeserkirin û bidarvekirina xelkê berdewam dike. Ew reftarên dijî mirov ên rêjîmê neku nekarî xelkê neçar bi paşekêşiyê bike, belku jin û ciwananê bivêr û xweragir ên Kurdistanê, micidtir û yekgirtîtir kiriye. Her wek bo pêşewazîkirin û rêzgirtin li “Kulek Çarşemî” û Newroza pîroz a meşxelên 2724 a Kurdî bi kincên bi rengê alaya Kurdî û axabanî û hewriyan û govend û dîlanê û şayîkirinê, şana xelkê me li ser şeqamên bajaran û gundên Kurdistanê de hate dîtin ku çawa dîsan bi şana xwe tirs xistine dilê desthilatdarên Îranê û dane selimandin ku heta serkevtinê û bidestveanîna dawazî û hiviyên Şehîdên li nav xwînê de vegevizî, şeqaman, Jin Jiyan Azadî û hemû şehîdên gel, meydanê bernadin û şana şeqaman bi avedanî radigrin û heta herifandina yekcarî, berdewam dibin.

Xelkê azadêxwaz û niştîmanperwer û liserpêsekiniyê Kurdistanê!

Gelên yekgirtî û serîhildayê Îranê!

Gelên bêzarbûyî yên Îranê bi îrade û cehd û tekoşîna xwe, otorîte û peykerê rêjîma komara Îslamî li asta navnetewî û navxweî de têk şikandin û rewatiya vê birine jêr pirsyaran û heta ser lêva herifînê birin. Gelên Îranê biryar dane heta xevnên civan ên hemû şehîdan û şoreşa Jînayê, bi dest ve neyînin, dest ji xebat û berxwedanê hilnagirin û pêvajoya xebat û rawestanê li ser şeqamên Kurdistanê dê her berdewam bin. Soza man û sekinîn bi malbatrên şehîdên tevgerê û bi giştî şehîdên xebata ser şeqaman û gişt girtiyên siyasî didin, soza wefadarî û emegnasiya xwe digel rihê paqijê “Qazî Mihemed” û hevalên wî ku bi azatî û camêrane çone bin darê sêdareyê û hemû şehîdên tevgera azadîxwazane û ciwanên li nav çalereşê û ciwanên vegevizî li nav xwînê li ser şeqaman, dûbare dikin û rêbaza wan berdewam dikin.

Li roja 10ê Xakelêweyê, Roja Şehîdên Kurdistanê, silav û rêzgirtinê bo rihê hemû şehîdên çiya û şeqaman dişînin û li hember rihê paqijê wan şengeswarên vegevizî li nav xwînê û li beranber malbatên serbilind ên şehîdan, bejna xwe ditevînin û soz didin wan ku heta xevna zarokên wan bi dest ve neyînin, nasekinin, bêhnê venadin û rêbaza wan heta serkevtinê berdewam dikin

Silav li rihê paqijê serwerê şehîd “Qazî Mihemed”ê nemir û hevalên wî!

Silav li hemû şehîdên xebata çiya û bajar!

Silav li gelên azadîxwaz û xelkê bivêr ên ser şeqaman!

Silav li malbatên serbilind ên şehîdan!

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Karûbarên Komnelatî

10ê Xakelêweya 1403 a Rojî