Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yoav Gallant: Destdirêjiyên Hizbullahê, dema hestiyar nêzîk kiriye

11:10 - 7 Adar 2024

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê li derheq destdirêjiyên Hizbullahê ku bi avêtina rakêt û gulleyên dije tank ku bûne dsedema aloziya deverên sînorî de gotiye ku destdirêjiyên Hizbullahê dema hestiyar nêzîk kiriye ku Îşare bi rengehiya şerê berfireh ê Îsraîl û Hizbullah li Lubnanê de ye.

Roja Sêşemî 15ê Reşemê, Wezîrê Berevanî yê Îsraîl  “Yoav Gallant” tevî îşarekirin bi berdewamiya aloziyên li sînorê li navbera Îsraîl û Lubnanê de gotiye ku Hizbullaha Lubnanê egera leşkerîkirina rewşê zêde dike û destdirêjiyên Hizbullahê dema hestioyar nêzîk kiriye, gotinên wî bi wateya destpêkirina şerê berfireh digel Hizbullahê û êrîşa berfireh a Artêşa Îsraîl bo ser binkeyên Hizbullah li Lubnanê ye û renge ceribandina Xezê li Lubnanê dubare bibe.

Hizbullaha Lubnanê ku bi awayê perakende û piranî bê ti armceke serast, bi avêtina katyûşa û rakêtên din, sînorên navbera Îsraîl û Lubnanê aloz kiriye û her carê bi avêtina çend rakêt an gulleyên dijetank cehda derbelêdan bi Îraîlê dide ku berdewamiya wan kiryaran egera leşkerîkirina rewşê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve heye û îşareya “Yoav Gallant” bi wateya şerek berfireh e.

Bi sedema kiryarên Hizbyllahê heta niha 10an kes ji xelkê Îsraîlê hatine kuştin û 10an hezar ji xelkê gundên derdora sînor ji her du aliyan ji gundên xwe derkevtine û li hember de Îsraîlê zêdetir ji 200 milîsên Hizbullahê kuştine.

Hemas bi ferman û birêveberiya rêljîma Îranê Xeze da kawilkirin û Hizbullaha Lubnanê jî hekî bixwaze şer berdewam bike, dê Lubnanê bide kawilkirin.