Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran seyrangehek din a Merîwanê tevlîhev dike

17:02 - 12 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Sipaha Pasdaran hat û çoya seyrangehek din a Merîwanê li nêzîkî gola “Zirêbar” qedexe kiriye û dixwaze ji bo armancên xwe tevlîhev bike.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê hêzek zaf di seyrangeha “Deşta Kolan” li derdora Zirêbar cihgîr kirine û hat û çoya seyranger û hezkiriyên sirûştê ji wê deverê qedexe kirine.
Di vê pêwendiyê de Sipaha Padaran dixwaze menomentekê di wê seyrangehê de bi bîranîna operasyûna hêzên rejîmê û hêzên Îraqê di sala 1986’an ava bike.
Rejîma Komara Îslamî dixwaze tev cihên ku bûne qada civîn û boneyên dîrokî û netewî ên Kurd bi taybetî li bajarê Merîwanê, bike cihê armanc û boneyên taybet bi nîzama xwe û her der nîşanek ji xwe cihgîr bike.