Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa terndirustiya Hunermendê Kurd “Saman Yasîn” nerohn e

17:05 - 20 Gulan 2024

Hunermendê neraziyê Kurd ku li roja Înê bi sedema givaşên hundirî rewşa tendirustiya vî aloz bibû, bo nexwşxaneyê hate ve guhstin û piştî zivirîn ji nexweşxaneyê jî rewşa wî bas nebûye.

Pêka rapora “Kolber News”ê Roja Înê Hunermendê neraziyê Kurd ku bi sedema givaşên hundirî rewşa tendirustiya vî li girtîgeha rêjîmê de aloz bibû, bo nexwşxaneyê hate veguhstin û li roja Şemiyê 30ê Banemerê de piştî zivirîn ji nexweşxaneyê, rewşa wî bas nebûye û çendîn caran vereşandiye.

Rapêrê neraziyê Kurd ê xelkê Kirmaşanê ku li pêvajoya şoreşa Jin Jiyan Azxadî”yê de hatibû binçavkirin, pêştir 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û li dadgeheke şanoyiya din de li dadgeha giştî ya rêjîmê û herwisa dadegeha înqilab a rêjîmê li bajaraê Têhranê, bi daweriya “Selewatî”, bi tohmeta “Muharibe” sizayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Ew hunermenmdê nerazî li heyama 18 heyvên binçavkirina xwe de rastî gelek îşkenceyên hundirî hatiye.

Li halekê de ku nigeraniyên li derheq rewşa tendirustiya “Saman Yasîn” zêde bûne, ti zanyariyeke serast li derheq rewşa tendirustiya wî li ber dest nîne.