Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayê şehîdekî şoreşa Jînayê bi sedema nîşandana keyfxweşî ji mirina Îbrahîm Reîsî, hate binçavkirin

12:48 - 21 Gulan 2024

Li bajarê Qûçanê de hêzên ewlehî, birayê şehîdekî şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ku keyfxweşiya xwe ji mirîna “Îbrahîm Reîsî” li tora civakiya Instagramê nîşan dabû, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Ajansa “Kurdpa”yê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku roja Dûşemî 31ê Banemerê, “Riza Bebirnijad” ê birayê “Mehdî Bebirnijad” ku yek ji şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ye li bajarê Qûçanê de bi sedema belavkirina postekê li tora civakiya “Instagram”ê û nîşandana keyfxweşiya xwe ji mirina Îbrahîm Reîsî û kesên digel wî, ji aliyê hêzên hewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye vehuhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, piştî binçavkirina “Riza Bebirnijad” malbata wî ti zanyariyek li derheq rewşa wî nînin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku “Riza Bebirnijad” li 20ê Gelawêja sala 1402 a Rojî de jî, ji aliyê îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve hatibû binçavkirin.

Li 30ê Xermanan a sala 1401 a Rojî, “Mehdî Bebirnijad” ê temen 22 salî û xelkê bajarê Qûçanê, birayê  Riza, li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi sedema gulleyên hêzên tepeserker, hatibû şehîdkirin.