Îdareya Îtilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê, piştî banghêjkirina 5 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê bo vê îdareyê, ew binçavkirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, roja Yekşemî 31ê Banemerê, “Hejar Mehmûdî, Dilşad Şadab, Semî`i Mehmûdîeqdem, Zahir Hacîpûr û Basit Qadirzade” ên xelkê bajarê Şinoyê û çalakvanên torên civakî û birêveberê rûpela Instagramî ya “Şinoyekem”, ji aliyê îdareya îtilaata rêjîmê li wî bajarî hatine banghêjkirin û piştre, ev binçav kirine.
Pêka rapora Kurdpayê, gazîkirin û binçavkirina wan çalakvanan, pêywendî digel belavkirina wêne an girtevîdyoyên rêûresma Newroza 1403 li bajarê Şinoyê heye.
Pêka vê raporê, hêzên îtilaata rêjîmê, dest bi ser têlêfon û lebtabên wan binçavkiriyan de girtine û ew bo ciheke nexuya veguhastine.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku rûpela Instagram a “Şinoyekem” zêdetir ji 50 hezar falowêr hebûye ku niha hatiye daxist û pêştir jî çendîn postên taybet bi rêûresma Newroza 1403, li vê rûpelê de bi sedema givaşên îdareya Îtilaata rêjîmê, hatibûne reşkirin.
“Hejar Memûdî” wênegir û nûçegihan, “Dilşad Şadab û Basit Qadirzade” wênegir û Semî`i Mehmûdîeqdem” mamostayê zimanê kurdî ye.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq qedera wan 5 welatiyên Kurd li ber dest nîne.