Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa tendirûstiya kolberekî birîndar dijwar e

11:58 - 23 Gulan 2024

Rewşa tendirustiya “Ferdîn Weysî” yê xelkê bajarê Sinê ku li li dema kolberiyê de rastî teqeya hêzên hov ên sinorî yên rêjîmê hatibû, gelek dijwar e û hewcehî bi niştergeriyê heye.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, kolberekî xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Ferdîn Weysî” ku li 18ê Xakelêweya îsal li sînorê Hengejalê de rastî teqeya rasterast a hêzên sinorî hatibû û bi dijwarî birîndar bibû û niha rewşa tendirûstiya wî xirab e û hewcehî bi niştergeriyê heye.

Pêka rapora Kurdpayê, zêdetir ji 200 saçme li sing, zik û serê “Ferdîn Weysî” de mane ku pêka gotina pizîşkan hewcehiyeke lezgîn bi niştergeriyê heye.

Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê bi armanca korkirin, seqetkirin û kêmendamkirina kolberan ji mewdayên nêz ve, bi gulleyêln saçmeyî û bi awayê rasterat teqe li serûçav, pişt, pê û singê kolberan dikin.

Bi sedema bilindbûna nirxa dermanan û bîmeya bêwec û herwisa destkurtî û hejariya xelkê, encamdana niştergerî bo kolberan pirsgirêkeke gelik micid e û piraniya xelkê nikarin dermanên hewce dabîn bikin û dest ji çareseriya pizîşkî hildigrin ku ew yeka dibe gef li ser canê wan.