Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Şehîd “Eyûb Sultanî” ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin

12:20 - 23 Gulan 2024

“Selah Sultanî”, bavê şehîdê Serbilindê Kurdistanê “Eyûb Sultanî”, li êrîşa hêzên hov ên ewlehiya rêjîma bo ser mala wî, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya, hate veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Çarşemî 2ê Cozerdanê, “Selah Sultanî” yê bavê şehîdê Kurdistanê “Eyûb Sultanî” yê xelkê gundê “Serokanî”yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê, bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçav kirine.

Şehîd “Eyûb Sultanî” yê kurê “Selah Sultanî” digel Şehîd “Hadî Şêxe” yê Pêşmergê Kurdistanê, li 8ê Xermanan a 1400 a Rojî de li şer û pevçonekê de digel hêzên spaha pasdaran a terorîst li derdora gundê “Likbin”ê ser bi bajarê Pîranşarê, hatine şehîdkirin.

Li vê derheqê de, hevdem “Emîr Feqe” yê temen 40 salî û xelkê gundê “Xurînc”ê ser bi bajarê Pîranşarê, li êrîşa bê belgeya yasayî ya hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Heta niha ti zanyariyek li derheq binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan 2 welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.