Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera 14 welatiyên xelkê bokanê ji destpêkja şoreşa Jînayê ve heta niha nerohn e

11:17 - 25 Gulan 2024

Piştî tevgera “Jin Jiyan Azadî” û destpêkirina binçavkirinan li Îran û Kurdistanê û bi taybet li bajarê Bokanê, heta niha jî qedera 14 kes ji xelkê Bokanê, rohn nebûye û bê ti dadgehîkirinekê li girtîgehên rêjîmê de mane.

Qedra 14 kes ji xelkê Bokanê ku zêdetir xwedî jin û zarok in, li destpêkirina şoreşa Jînayê de ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rîjîmê ve hatibûne revandin, heta çendîn heyvan kes agehdarê zindîbûna wan nebû, nerohne û ew welatiyane bi tohmetên siyasî û bê dadgehîkirin li girtîgeha demkî ya girtîgeha Navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de binçavkirî mane.

Nasnameya wan welatiyên xelkê Bokanê wihaye: “Teyfûr Selîmî Babamîrî, Siware Ezîzzade, Celîl Molewî, Hêmin Kurmanc, Ehmed Mamzade Bokanî, Soran Qasimî, Pêjman Sultanî, Kawe Salihî, Rizgar Babamîrî, Ciwamêr Mamxusrewî, Husêyn Husênzade, Siyamek Heyasî, Selahedîn Ehmedî û Salar Daxdar”.

Pêka zaniyariyan ew gitiyane bê ku ti tawanek encam dabin, 14 heyv in ku li girtîgeha demkî ya girtîgeha derya ya rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de bê ku qedera wan rohn be bi tohmeta siyasî wek barimte hatine girtin.

Pêka vê raporê 2 heyvan berî niha ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi wan hatiye ragihandin ku bo xwe parêzer peyda bikin û wan welatiyan tevî destkurtî û hejariyê parêzer bo xwe peyda kirine û li yekem pêngava  karê wan parêzeran de, hewldan bo azadkirina demkî ya wan girtiyan bûye lê dadgeha rêjîmê bi sedema vê yekê ku hêj ti dodsyeyek ji aliyê îdareya Îtilaatê ve bo wan nehatiye çêkirin!!!, daxwaza parêzeran red kirine.

Ew yeka li halekê de ye ku bi sedema îşkenceyên hovane û dije mirovî, yek ji wan binçavkiriyan ên bi navê “Teyfûr Selîmî Babamîrî” bi sedema îşkenceyan 2 car rastî sekinîna dil hatiye û rewşa wî bi nebaş hatiye ragihandin