21 kes tenê li heyamê hefteyekê de ji aliyê rêjîma Îranê ve li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Qezvên, Şîraz, Îsfehan, Urmiye, Qum, Nêyşabûr, Selmas û Miyandav”ê de hatine bidarvekirin.
Li heyama heftiya derbasbûyî de 21 kes ku 2 ji wan jin bûne, ji aliyê dezgeha dad a rêjîma Îslamiya Îranê ve li girtîgehên rêjîmê li bajarên, “Qezvên, Şîraz, Îsfehan, Urmiye, Qum, Nêyşabûr, Selmas û Miyandav”ê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li heftiya derbasbûyî de 4 girtiyên siyasî yên bi navên “Pûya Qubadî, Babek Elîpûr, Abulhesen Montezir û Seyîd Mihemed Teqewî”, ku li girtîgeha Êvîn a rêjîme de binçavkirî ne, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve tohmeta “Bexî” bi ser wan de sepandine.
Herwis li vê heftiyê de “Maşallah Keremî” yê bavê “Mihemed Mehdî Keremî” yê şehîdê şoreşa Jînayê, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya rêjîmê” 6 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.