Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhdî Mecîdî li bajarê Bokanê cezaya girtîgehê biser de hate sepandin

11:26 - 25 Gulan 2024

Mêhdî Mecîdî, welatiyê xelkê Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya 2 a wî bajarî bi girtîgehê hate cezadan.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, mêhdî Mecîdî bi tohmetên, piştevanî li Îsraîl, bi 3 sal girtîgeh , pirûpagende bi dijî rêjîmê, salek girtîgeh û bêrêzî bi rêber 8 meh girtîgeh biser de hatiye sepandin û ev ceza li roja 6ê Banemera 1403 a Rojî, bi navbirî re hatiye ragehandin.

Herwisa Kurdpayê ragehand: ew welatiyê Kurd li hember hikmê derkirî li dadgeha despêkî nerizatî daye xûya û dosya wî bo dadgeha pêdeçonê hatiye şandin.

Mêhdî Mecîdî roja Duşemî 15ê Xezelwera 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bi mebesta lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin

Ew ciwanê Kurd piştî dawî qonaxên lêpêçînê bo girtîgeha Bokanê hatiye veguhastin û li roja 7ê Banemera 1402 a Rojî, bi dana barimteya 500 Milyon Tumenî bi awayekî demkî hate azadkirin.