Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 21 sal girtin bi ser rojnamevana Kurd de sepand

11:07 - 27 Gulan 2024

21 sal girtin ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve bi ser rojnamevan û çalakvana mafê jinan a xelka bajarê Sinê de hate sepandin.

Dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de, 21 sal girtin bi tohmetên “avakirina kom û girûpên neyasayî bi armanca dijayetiya rêjîmê, hevkarî digel girûp û dewletên dijber û propaganda li dijî rêjîmê”, bi ser rojnamevan û çalakvana mafê jinan, “Jîna Muderisgurcî” de sepand.

Dadgeha rêjîmê bo sepandina wan sizayan “avakirina Encumena Jîvano bi hizra Femînîstî, beşdarî li kombûnên aşitîxwazane, beşdarî li konferans û kargehên hînkarî yên navntewî û çalakiyên wê li torên civakî de” wek belge bo sizadana vê rojnamewan û çalakvana Kurd bi kar anîne.

“Jîna Muderisgurcî berê jî bi sedema çalakiyên medenî kevtibû jêr givaşan û pirtûkxaneya “Jîra” ku ji aliyê vê ve hatibû damezirandin ji aliyê rêjîmê ve hate daxistin û plompkirin.

Li pêvajoya şoreşa Jînayê de jî “Jîna Muderisgurcî” li 30ê Xermanana 1401 a rojî bo heyamê 40 rojan hatibû binçavkirin û li 21ê xakelêweya 1402 a rojî de jî bo cara 2yê hate binçavkirin û piştî 84 rojan bi danîna barimteya 5 milyard Tumenî hate azadkirin û dawî dadgehîkirina “Jîna”yê li 21ê Xakelêweya 1403 a Rojî bi rê ve ço.