Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve hate kuştin

12:11 - 27 Gulan 2024

Hêzên hov ên rêjîma Îranê li nêzî bajarê Merîwanê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li ciwanekî Kurd ku li maşînekê de bûye kirine û ew ciwanê Kurd kuştine.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 6ê Cozerdanê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îslamiya Îranê li derdora bajarê Merîwanê li rêya“Garan”ê li nabvera bajarê Merîwanê û devera “Komasî” ya wî bajarî teqe li ciwanekî Kurd ê bi navê “Ajwan Kityanî” ê kurê “Ehmed” ku li maşînê de bûye kirine û li encam de wî ciwanê Kurd canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên leşkerî yên rêjîmê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî ciwanê Kurd kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, termê “Ajwan Kiyanî” ku bo navendên dermnanî yên bajarê Merîwanê hatiye veguhastin, radestî malbata wî nekirine.