Rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê de givaşeke zêde xistiye ser welatî û mamostayan û pêka raporên belavbûyî 3 mamosta ji kar hatine derxistin û du welatiyên Kurd jî bi sedemên nexuya, hatine girtin.
Li bajarê Merîwanê sê mamosta ên bi navên “Tehsîn Mistefa, Saman Kûşiş û Someye Exteromar” ku pêşîneyên bi wec ên çendîn sale li îdara Perwerde û Hînkariyê de hebûn, li ser kar hatine derxistin û pêka raporên belavbûyî, ev jikarderxistinane li jêr giçvaş û bandora dezgehên ewlehî yên rêjîmê ve hatine kirin.
Herwisa du welatiyên din ên bi navên “Mehdî Welîzade” yê temen 29 salî yê xelkê taxa “Dasreseyran”a bajarê Merîwamê û “Îbrahîm Xwîşkar” ê xelkê gundê “Del”ê ser bi bajarê “Servabad”ê û rûniştiyê bajarê “Merîwanê”, bi sedemên nexuya ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin û tevî hemû lipeykevtinên malbata wan, ti zanyariyek li qedera wan welatiyan nehatiye zanîn.