Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Kurdpayê amara binpêkirina mafê mirovî li heyva Banemera 1403 an belav kir

11:06 - 28 Gulan 2024

Ajansa Kurdpayê bi belavkirina raporta heyvane ya binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê li heyva Banemerê, daye zanîên ku li vê heyvê de 176 haletên binpêkirina mafê mirovî, hatine tomarkirin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, li heyva Banemera 1403 a Rojî, 176 haletên binpêkirina mafê mirov hatine Tomarkirin ku 70 haletên binçavkirin, 21 haletên gazîkirin bo navendên ewlehî, 9 haletên sepandina siza, 5 haletên binpêkirina mafê yasayî yên girtiyên siyasî, 40 haletên kuştin an birîndarkirina kolberan, 6 haletên kuştin an birîndarbûna welatiyan bi sedema teqîna mînan, 2 haletên kuştina welatiyên Kurd û 23 haletên bidarvekirinê li vê heyvê de hatine tomarkirin.

Li vê raporê de bi hûrî bas ji wan haletên binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê de hatiye kirin.

Herwisa li vê raporê de îşare bi vê yekê jî hatiye kirin ku bi sedema rewşa ewlehî û givaşên rêjîma Îranê  bo bêdengkirina malbatan û nebûna navendên mafê mirovî yên serbixwe û çavdêr bi ser binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê, dibe ku rêjeya serast ji vê amarê zêdetir be.