Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%75 a tevahiya bidarvekirinan li sala 2023 li cîhanê, li Îranê de bûye

11:01 - 29 Gulan 2024

Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina raporekê daye zanî ku li sala 2023 a Zayînî de li seranserê cîhanê de 1153 haletên bidarvekirin hatine tomarkirin ku %75 a wan li Îranê bûye.

Pêka rapora Saziya Lêbihorîna Navnetewî, li sala 2023 a Zayînî de 1153 kes li cîhanê de hatine bidarvekirin ku bi berhevdanîn digel sala 2022, %30 zêde bûye, û herwisa sepandina cezayê bidarvekirinê jî %20 zêde bûye û gihîştiye 2428 dosyeyan.

Pêka vê raporê li sala 2023a Zayînî de 853 haletên bidarvekirinê li Îranê de hatine tomarkirin ku li serhev %75 a tevahiya bidarvekirinan li cîhanê, li xwe digre û li navxwyê îranê de jî ew rêjeya %50 zêdetir ji tevahiya bidarvekirinên sala 2022 li Îranê ye.

Sekretera Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Agnes Callamard” li vê derheqê de ragihand: “Berpirsên rêjîma Îranê nîşan dane ku ti girîngiyekê bi canê mirovan nadin”.