Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate kuştin

11:10 - 30 Gulan 2024

Kolberekî temen 19 salî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, hate kuştin.

Pêka rapora “Çaw News”ê, roja 8ê Cozerdanê, kolberekî  xelkê bajarê “Nelas”ê ser bi bajarê Serdeştê yê bi navê “Sîna Resûlzade”, temen 19 salî, li encama teqeya rasterast a hêzên rêjîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi Bajarê Banê, hate kuştin.

Pêka vê raporê, hêzên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê û bi awayê rastersat, teqe li “Sîna Resûlzade” kirine ku li nav karwanekî Kolberan de bûye.

Pêka rapora “Çaw News”ê termê “Sîna Resûlzade” bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatiye veguhastin.