Dadgeha rêjîma Îranê li parêzgeha Gîlanê, 60 sal û 6 heyv girtîgeh bi ser 11 çalakvanên mafê jinan li parêzgeha Gîlanê de sepand.
Taya 11 a dadgeha rêjîmê li parêzgeha Gîlanê, 60 sal û 6 hev girtîgeh bi ser “Homen Tahirî, Cilwe Cewahirî, Firûx Semî`iniya, Sara Cehanî, Yasemîn Heşderî, Şîwa Şahsiyah, Nigîn Rizayî, Azadê Çawuşiyan, Zehra Dadres, Metîn Yezdanî û Zohrê Dadres” de sepand.
Ew çalqakvanên warê mafê jinan bi tohmetên wek “avakirina girûp bi armanca alozkirina ewlehiya netewî û lidarxistina kombûnan”, hatine dadgehîkirin.
Ew 11 çalakvanên warê mafê jinan li heyva Gelawêja sala 1402 a Rojî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarên “Lahîcan, Fûmen û Enzelî”yê de hatibûne binçavkirin û piştî heyamekê bi danîna barimtê û bi awayê demkî, hatibûne serbestkirin.
Wê dadgeha rêjîmê, 9 sal û 6 hev girtîgeh bi ser Zohrê Dadres, salek girtîgeh bi ser “Cilwe Cewahirî” û “Homen Tahirî”, 6 sal û 6 heyv û 17 roj gîrtîgeh bi ser 8 çalakvanên din de sepandiye.