Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 kes ji xelkê Pakistanê li Belûşistanê de kuştin

11:36 - 30 Gulan 2024

Berpirsên Pakistanê ragihandine ku li encama teqeya hêzên rêjîma Îranê li Belûçistana Pakistanê de 4 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Pêka gotina “Omer Cemalî” yê Cihgirê Komîserê devera “Waşok” a Belûçistana Pakistanê, li nêzî sînorên Pakistan û Îranê li devera “Waşok”ê de hêzên rêjîma Îranê teqe li çendîn kes ji xelkê Pakistanê kirine ku li encamê de 4 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Herwisa cihgirekî din yê Komîserê devera Waşok a Pakistanê yê bi navê “Ne`îm Omranî” li vê derheqê de gotiye ku berpirsên Pakistanê mijûlê lêkolîn li ser vê bûyerê ne da ku sedema vê teqekirinê rohn bibe.

Rêjîma Îranê tevî hewldan bo terorkirina çalakvanên Belûç li Pakistanê, cara pêştir bi mûşekan êrîş kire ser devereke medenî ya xelkê Belûç li Belûçistana Pakistanê û çendîn zarok kuştin û ji aliyê din ve jî Pakistanê bi êrîşeke din bersiva vê êrîşa rêjîma Îranê da û li hember de çend kesên din ên Belûç hatine kuştin ku hejmarek ji wan jin û zarok bûn.

Rêjîma Îranê bi hêceta vê yekê ku hêzên Çeyşuledilê li wan deveran de hene, êrîşê dike bi ser xelkê wan deveran.