Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê “Sayîn Qela”yê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate girtin

12:14 - 22 Hezîran 2024

Hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê, bê belgeya yasayî, welatiyekî xelkê “Sayîn Qela”yê li wî bajarî de binçav kjirin û bo ciheke nexuya vegihastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê ciwanekî Kurd ê bi navê “Aram Ostadî” xelkê bajarê “Sayîn Qela”yê, li roja Çarşemî 30ê Cozerdanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate vegihastin.

Hêzên tepeserkare ewlehî yên rêjîma Îranê, bê hebûna belgeya yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtin û herwisa rewşa “Aram Ostadî” ti zanyariyek li ber dest nîne.